Cîhan
Qralê Siûdî: Êrîsên Tirkiyê zêdegaviyeke hovane ye
PeyamaKurd - Qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz derbarê êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de axivî û got, ew êrîş û destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de red dikin û wekî zêdegaviyeke hovane ya li dijî serdestiya Sûriyê bi nav kir.
Selman Ebdulezîz di roja yekemîn a dewreya heftan a meclîsa El-Şûra de teqez kir ku tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê siyasî ye û got, ev yek jî piştî derxistina hêzên Îranî û milîsên wê ji axa Sûriyê mimkun e.
Qralê Siûdî Selman Ebdulezîz bi bîr xist ku welatê wî dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî Sûriyê red dike û wiha got:
“Em vê weke zêdegaviyeke hovane li dijî serdestî û serxwebûna axa Sûriyê dibînin. Em ê alîkariya xwe bi gelê Sûriyê re dewam bikin.”