Cîhan
Qralîçe Qanûna Brexitê tesdîq kir
PeyamaKurd- Li Brîtanyayê qanûna ku di derbarê Brexitê de derketibû û li benda erêkirina qraliyetê bû hat tesdîqkirin. Ragihandina erêkirina qanûn ji aliyê serokê meclisa Brîtanya ve, ji aliyê John Bercow ve hat ragihandin. Bercow weha got:
“Qanûna derketina ji Yekîtiya Awrûpayê (Brexit) ku bingeha wê diçe sala 1972an, bi temamî ji welatê Brîtanya radibe û bi vî awayî ti bandora qanûnên YA yê li ser Brîtanyayê namîne.”
Bo valahî di qanûnên Brîtanya de nemîne, wê qanûnên Yekîtiya Awrûpayê bi yên Brîtanya re bên entegrekirin.