Rapirsiya Tomarî: Ferqa navberê, kûrtir dibe!
PeyamaKurd- Pêvajoya hilbijartinên giştî yên li bajarên bakur û Tirkiyeyê berdewam dike û rojên kêm ji bo 14ê Gulanê man ku dê hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê bên kirin.
Di vê pêvajoyê de jî kompaniyên rapirsiyê, lêkolînên xwe yên nav gel zêde kirin û di demên dawî de jî encamên tomarî yên van kompaniyan, bi raya giştî re tên parvekirin.
Li gorî encamên 12 kompaniyên rapirsiyê, namzedê Tifaqa Cûmhûrê Recep Tayip Erdogan, di encamên hemû rapirsiyan de li peyî namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu dimîne ku ev yek di desthilatiya 21 salan a Erdogan de cara yekemîn e tê dîtin.
Encamên 12 kompaniyan, bi vî awayî hatin parvekirin:
Avrasya: Kiliçdaroglu Ji % 53,5 - Erdogan Ji % 39,7
MAK: Kiliçdaroglu Ji % 47,8 - Erdogan Ji % 43,7
Raporta Turkiyeyê: Kiliçdaroglu Ji % 54,5 - Erdogan Ji % 45,6
Ar-G: Kiliçdaroglu Ji % 46,2 - Erdogan Ji % 43,1
Aksoy: Kiliçdaroglu Ji % 55,6 - Erdogan Ji % 44,4
PIAR: Kiliçdaroglu Ji % 57,1 - Erdogan Ji % 42,9
ALF: Kiliçdaroglu Ji % 55,1 - Erdogan Ji % 44,9
Saros: Kiliçdaroglu Ji % 42,6 - Erdogan Ji % 41,1
Metropol: Kiliçdaroglu Ji % 42,6 - Erdogan Ji % 41,1
Yoneylem: Kiliçdaroglu Ji % 43.8 - Erdogan Ji % 39.2
Gezici: Kiliçdaroglu Ji % 53,4 - Erdogan Ji % 39,2
ORC: Kiliçdaroglu Ji % 48,9 - Erdogan Ji % 41,5