Cîhan
Rayedarê Rûsî: Têkiliyên Rûsya û NATOyê bi qestî têne xerakirin
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Alexander Grushko, derbarê rageşiya navbera Rûsya û NATOyê de daxuyanî da û got, têkiliyên bi Rûsyayê re bi qestî têne xerakirin.
Alexander Grushko ji ajansa rûsî RIAyê re daye xuyakirin, pêwendiyên navbera Rûsya û NATOyê wekî tê pêşbînîkirin bi qest têne xerakirin û got, niha kanalên têkiliyê yên navbera NATO û Rûsyayê ji aliyê Washington û Brukselê ve daketine asta sifirê.
Grushko herwiha got ku niyeta Rûsya nîne ku bi welatên endamên NATOyê re bikev nav şerê leşkerî.