Rayedarê Tirk ji Reutersê re got: Tirkiye dronan li dijî Hûsiyan dişîne Erebistanê
PeyamaKurd – Tirkiye bi Pakistane re tevlî hevkariya Mekkeyê bû û soza parastina hevpariyê da Erebistana Sa’ûdiyê. Di çarçoveya peymanê de ji bo Erebistan li dijî Hûsiyan bergiriya xwe bike, desteka parastinê û teknîkî dide.
Agahiya navborî di çarçoveya ku Îro rayedarekî Tirkiyê ji bo ajansa Reutersê kiriye de hat kirin. Di peymana Mekkeyê de hatibû gotin; eger êrîşekî ji her sê dewletan bo yekî bêkirin, wê dewletên din jî weka êriş hatibe ser wan qebûl bikin.
Her sê dewlet ji bo çarçoveya peymanê bicîh bînin û saxlem bikin, li dijî êrîşên Hûsiyan hevdîtinên siyasî û leşkerî kirin. Her sê dewlet ji bo soza xwe ya parastinê bicîh bînin û yekser bicîh bînin ragihandin ku bilez hêzên leşkerî û şiyanên xwe bicîh bikin.
Rayedarê Tirkiyê ji Reutersê re axifiye û nexwestiye navê wî bê gotin û tişta ji Tirkiyê tê xwestin tenê techîzadên leşkerî, parvekirina îstîxbaratê û di asta sîstema çekan de ye. Piştî mijarê di meclisa Tirkiye de qebûl bikin, wê destek zêdetir bibe.
Li ser mijarê rayedarekî Amerîkayê brîfîng sitendiye û ragihandiye ku heya niha di alîkariya Tirkiyê de plana stratejik û desteka lojîstîk di nav de biryarê daye ku şiyanen xwe bişîne Erebistanê.
Rayedar gotiye ku alîkariya Tirkiye daye Erebsitanê; operatorên dronan, ji bo firehkirina tedbîrên parastinê destek daye, di nav alîkariyan de her weha xebatên çavdêrî û xebatên keşfê (ISR) hene.