TR KU SO
FB X
Cîhan

Reîsî: DAISê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve tê birêvebirin!

Admin H
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2024 23:51

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, îro 5ê Çileyê di merasîma cenazeyên kesên di êrîşa xwekujî ya Kirmanê de hatiye kuştin de, axivî.

Li gor nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê Reîsî di merasîmê de got ku DAIŞ ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye avakirin û tê birêvebirin.

Reîsî îdia kir, “Amerîkayê dixwest li herêmê bi nêrîneke Îslamî Îsraîleke din ava bike. Îsraîla niha bi navê Cihûtiyê hatiye avakirin çimkî dixwestin Îsraîla din, di bin navê DAIŞê ‘Xîlafeta Îslamî’ de ava bikin.”

Herwiha Reîsî diyar kir ku planên Amarîkayê pûç bûne û wiha axivî: “Ez di vê mijarê de temînatê didim gelê me. Pêngava tolhildanê di destê hêzên me yên çekdar de ye. Dê cih û dema tolhildanê ji aliyê hêzên me yên çekdar ve were diyarkirin.”

Doh 4ê Çiliyê li bajarê Kirman ê Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî 2 teqîn çêbûn û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn. Rêxistina terorîst DAIŞê êrîşa Kirmanê girtiye ser xwe.

Parve bike: