TR KU SO
FB X
Cîhan

Reîsî: Ez bi Joe Biden re hevdîtinê nakim

Ruken güler
Nivîskar
📅 18 îlon 2022 22:32

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser hevdîtinên takekesî yên li Lûtkeya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) axivî. Reîsî da zanîn ku ew ê di van hevdîtinên takekesî de bi Serokokê Amerîkayê re hevdîtinê neke.

Lûtkeya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku dê piştî şewba Covid-19ê cara yekemîn rû bi rû were kirin, bi rûniştina xwe ya 77emîn a li New Yorkê, dê mazûvaniya rêberên welatên endam bike.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser tevlîbûna lûtkeyê pirsên dezgeheke çapemeniyê ya Amerîkayê bersivandin. Reîsî li ser pirsa hegera hevdîtina ligel Joe Biden got,

“Bi ya min, dê hevdîtineke wisa çênebe. Ez hevdîtin û lihevkirinê sûdewar nabînin. Her çiqas hikûmeta nû bibêje ‘ez ji rêveberiya Trump çêtirim’ jî me di pratîkê de tiştekî cuda nedît.”

Serokomar Reîsî, beriya niha jî daxuyaniyek dabû qenala El Cezîreyê û di derbarê Peymana Nukleerê de dabû zanîn ku biryara dawî, berpirsiyariya Amerîkayê ye û wiha gotibû:

“Em bi biryar in ku xelkê Îranê û mafên Îranê heta dawiyê biparêzin. Ji bo ku dorpêç werin rakirin, divê saxlemî hebin û ji bo berdewamiya lihevkirinên nukleerê, divê mijara venêrînê were çareserkirin.”

Îbrahîm Reîsî li ser daxwaza Amerîkayê ya rawestandina çalakiyên nukleerî jî got,

“Beriya vê daxwazê ji Îranê bikin, divê vê daxwazê ji Îsraîla xwedî çekên nukleerî bikin. Tu sûdeke hevdîtinên rasterast ên bi Amerîkayê re tuneye û divê Amerîka ewlehiyê pêk bîne û bike ku Îran pê bawer be. Ger ku Washington dixwaze bi Îranê re li hev bike, çima tevî ku hevdîtinên li ser nukleerê dewam dikin, dorpêçên nû datîne?”

Parve bike: