Cîhan
Rejîma Esed bi fuzeyan li SMO yê xist
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Sûriyê berya cejnê êrîşê SMO yê kir ku terefdarê Tirkiye ye û li dora gumrika Ebû Zînînê ya bi ser navçeya Babê de xwe bicîh kirine. Di encamê de 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. Bab niha di destê terefdarên Tirkiyê de ye. Hêzên rejîmê êrîşa xwe bi fuzeyan kir.
Birîndaran birin nexweşxaneyên li der û dorê.