TR KU SO
FB X
Cîhan

Rejîma Îranê 3 Kurd binçav kirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 hezîran 2026 15:58

PeyamaKurd - Tora Mafên Mirov ya kurdistanê di derbarê binçavkirina welatiyên Kurd ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve agahî hatin  parvekirin.

Li gor agahiyên hatine parvekirin, di 12’ê Hezîranê de hêzên ser bi Îtlaeta Îranê bêyî biryara dadgehê bi ser mala her du birayên bi navê Serdar Rehman û Ihsan Rehman yên li Kamyaran de girtin. Li malê lêgerîn kirin, telefonên wan hatin desteserkirin û ji wan re hat gotin ku serdana navenda polîsan a Kamyaran bikin. Hatiye diyarkirin piştî ku her du birayan serdana navenda polîsan kirine, ji wê demê ve agahî ji wan nayê girtin.

Li gor heman agahiyan, her du bira di sala 2025’an de jî ji ber tevlî şahiya Newrozê bibûn û sembolên Kurdî bikaranîbûn, ji aliyê Rejîma Îranê ve hatibûn bangkirin û çend saetek dibin çavan de hatibûn hiştin.

Her wiha Tora Mafên Mirov ya kurdistanê diyarkiriye di 13’ê Hezîranê de jî hêzên Rejima Îranê bêyî destura yasayî bi ser mala mamostayê xanenişîn Yusuf Emînî yê li taxa Elîawa ya bajarê Bokanê de girtin û ew binçavkirin.

 

Hatiye diyarkirin ku Yusuf Emînî beriya niha jî ji ber lixwekirina cilûbergên Kurdî ya di şahiyekê de li gel çend welatiyek îfadeyên wan hatibû girtin û hatibûn binçavkirin.

Parve bike: