Cîhan
Rejîma Îranê Alîreza Sepahî bidarve kir
PeyamaKurd - Alireza Sepahî yê ku di xwepêşandanên meha rêbendanê (ocak) de li Îranê hatibû girtin û bi çar caran cezayê îdamê hatibu ceza kirin, hate darvekirin.
Ev yek di demekê de pêk tê ku di demên dawî de li girtîgehên Îranê pêla îdamkirina girtiyên siyasî û welatiyan zêde bûye û saziyên mafên mirovan vê rewşê bi tundî şermezar dikin.