Rejîma Îranê di mehekê de 68 girtî bidarve kir
PeyamaKurd - Li gorî amar û rapora rêxistina mafên mirovan a Hengawê, di meha Îlona 2026an de li girtîgehên cuda yên Îranê cezayê îdamê yê herî kêm 68 girtiyan hate înfazkirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku tenê ji sedî 12yê van îdaman ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatine ragihandin û piraniya wan di nava siyaseteke bêdengiyê de hatine kirin.
Her wiha hate eşkerekirin ku cezayê îdamê yê 10 girtiyan bi awayekî veşartî û bêyî ku mafê dîtina dawî bi malbatên wan re bê dayîn hatiye cîbicîkirin û 2 girtî jî li ber çavên xelkê hatine darvekirin.
Di nav kesên ku hatine îdamkirin de 4 girtiyên siyasî yên ku di xwepêşandanan de hatibûn girtin, her wiha welatiyên ji neteweyên cuda yên wekî Kurd, Belûç, Ereb, Fars û her wiha 5 welatiyên Efxanistanê cih digirin.