TR KU SO
FB X
Cîhan

Rejîma Îranê sizayê darvekirinê li ser xwepêşandareke din sepand

Admin H
Nivîskar
📅 27 tebax 2026 20:22

PeyamaKurd - Li gorî raporên mafên mirovan, Leyla Ebulhusnî ku di xwepêşandanên destpêka vê salê de hatibû girtin, ji aliyê dadgeha Îranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Leyla Ebulhusnî li dijî vê biryarê îtiraz kiriye û dosyaya wê ji bo nirxandinê ji Dadgeha Bilind re hate şandin.

Tohmeta "Dijminatiya li dijî Xwedê"

Leyla Ebulhusnî ya 43 salî ku dayîka du zarokan e, li bajarokê Şahîn Şehr ê Îsfahanê dema ku li firoşgeheke "Ofoq Koroş" dîmen dikişandin hatibû girtin. Li ser vê buyerê, dadgehê bi tohmeta "dijminatiya li dijî Xwedê" (Miharebe) cezayê darvekirinê li ser wê sepand.

Doza wê di Gulana borî de li Daîreya 5an a Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê, bi serokatiya Dadwer Wehîd Hemmat Nejad hat dîtin. Niha xizm û alîgirên mafên mirovan li benda biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Îranê ne.

Parve bike: