Rejîma Îranê sizayê îdamê da xwepêşanderekî û keça wî jî bi 25 salan ceza kir
PeyamaKurd - Navenda Dengê Destgîrkiriyên Kurd û Îranê ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê sizayê bidarvekirinê yê xwepêşanderê 55 salî Mihemed Ebasî pejirandiye.
Mihemed Ebasî ku di xwepêşandanên Kanûna 2025an de hatibû girtin, ji aliyê Şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tohmeta “têkdana ewlehiya neteweyî” hatibû darizandin.
Di heman dozê de cezayê 25 sal girtîgehê yê keça wî Fatma Ebasî (34 salî) jî hat pejirandin.
Li gorî raporê, her du girtî niha di girtîgehên Qizilhesar a Kerecê û Evînê de têne ragirtin û cezayên wan di qonaxa bicihanînê de ne.
Îşkence û binpêkirina mafên parastinê
Hate diyarkirin ku şert û mercên giran ên lêpirsînê li ser Mihemed Ebasî û keça wî Fatma hatine bikaranîn û rastî îşkenceyên giran hatine.
Hat zanîn ku saziyên ewlehiyê yên Îranê rê nedane ku parêzerên serbixwe dozê bişopînin û di bin zextan de îfade ji wan hatine girtin. Ev sizayên giran ku ji aliyê dadwer Qasim Selawatî ve hatine birîn, careke din fikarên navdewletî yên li ser binpêkirina mafên mirovan û zextên li ser xwepêşanderên li Îranê zêde kirin.