TR KU SO
FB X
Cîhan

Rejîma Sûrî 2 herêm bê ser bidest xistin: Komên çekdar vekisiyan!..

Admin H
Nivîskar
📅 08 adar 2020 17:35

PeyamaKurd – Piştî agirbesta Putin-Erdogan a dlibê ku li Moskowê hat ragihandin, agirbest wekî yên beriya niha dîsa hat binpêkirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî bêdengî û aramiyeke demkî, rejîma Sûrî gundên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî SOHRê bêyî ku ti şer derkeve, rejîma Sûrî li gundewarê Kefer Nubilê herêmên Me’ara Moxis û Birêc kontrol kirin û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê vekişiyan.

Herwiha Serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê (Hmeymîm) Oleg Goravlyov jî ragihand, di 24ê demjimêrên borî de, li Idlibê 19 caran agirbest ji aliyê çekdarên ne rewa ve hatiye binpêkirin.

Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Laziqiya Sûriyê ku ser bi Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê ve ye, doh 7ê Adarê jî ragihandibû, çekdaran roja Înê 6ê Sibatê, 6 caran êrîşî binkeyên rêjîma Sûriyê li parêzgeha Heleb û Laziqiyê kirine.

Parve bike: