TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêxistina Boko Haramê, li Kamerûnê 13 kesan revand

Admin M
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2023 03:40

PeyamaKurd – Li bakûrê dûr yê dewleta Kamerûnê endamên rêxistina şiddetê ya Boko Haramê li gundê Mordasê êrîş bir ser gund û 13 kesan revand. Boko Haram li herêmê bi armanca sitendina fîdyê mirovan direvîne. Di vê êrîşê de gelek malan talan kiriye û di nav kesên revandî de jin û zarok jî hene.

Rêxistin ji sala 2009an heya niha di tevgerên xwe yên şiddetê de bûye sedema mirina 20 hezar kesî. Boko Haram ne tenê li Kamerûnê her weha li welatên Çad, Nîjer û Nîjeryayê jî êrîşan pêktîne.

Parve bike: