Cîhan
Rêya hewayî ya Iraqê ji bo 3 rojan hat qedexekirin
PeyamaKurd – Piştî bi İHAyê êrîşê xaniyê li Duhokê yê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin tevgerên leşkerî li Herêma Kurdistanê zêde bûn.
Di pey de ji hewayê de êrîşê baregehên leşkerî yên Haşdî Şabî yên li balafirgeha Kerkûkê kirin û di êrîşê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.
Li balafirgeha Kerkûkê baregeha fermandariya operasyonên Rojhilat yê Dîcle heye ku girêdayê Haşdî Şabi ye.
Ofîsa çapemeniyê ya serokkomariya Iraqê ragihand ku rêyên hewayî yên Iraqê ji bo 3 rojan gitine û heya 31ê Adarê seet 12.00an dirêj kirine.
Haşdî Şabî bi nivîskî ragihand ku ji 28ê Sibatê heya niha êrîş dibin ser baregehên Haşdî Şabiyê.