Cîhan
Rizayî: Gramek Uranyuma zengînkirî ji Îranê denakevê
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rizayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyên girîng li ser aloziya leşkerî û muzakereyên bi DYAê re belav kirin.
Rizayî tekez kir ku berjewendî û berhemên nukleerî yên welatê wî nayên tawîzdan û got: "Grameke tenê ya uranyuma zengînkirî jî ji Îranê nayê derxistin."
Rizayî destnîşan kir ku heta DYA pêngavên bawerîpêker nehavêje ti danûstandin di navbera her du welatan de pêk nayên.
Sekreterê Encumena Ewlehiyê anî ziman ku ji bo destpêkirina her proseyeke dîplomatîk divê hemû mercên Îranê bi temamî û bêkêmasî ji aliyê Washingtonê ve bên bicîkirin.