"Romanya û Lîtvanyayê destûr dane girtîgehên vesartî yên CIAyê"
PeyamaKurd - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku Romanya û Lîtvanyayê destûr dane ku Teşkilata Agahdariyê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) girtîgehên veşartî ava bike.
Dadgeha li Strasbourgeyê ji bo serlêdanên Ebû Zubeydeyê Filistînî ku piştî êrîşên 2011an hat girtin û vêga li Guantanamoyê girtî ye û Ebdulrahîm el Naşiriyê welatiyê Erebistana Siûdî biryar da.
Di biryarê da hat gotin ku Naşirî di îlona 2003 û cotmeha 2005an de li Romanyayê, Ebû Zubeyde jî di navbera sibata 2005 û adara 2006an da li Lîtvanyayê di tesîsên veşartî yên aîdê CIAyê da hatine girtin.
Dadgehê di biryara xwe da got ku Amerîkayê miemeleyeke xerab li 2 gumanbaran kiriye û Romanya û Lîtvanyayê jî alîkariya Amerîkayê kirine. Ji ber vê alîkariyê dadgehê him seba el Naşirî him jî seba Ebû Zubeyde her yekî 100 hezar ewro tezmînat li Romanya û Lîtvanyayê birî.
Di biryarê da hat ragihandin ku herdu welatan alîkarî da CIAyê û qedexeya êşkenceyê ya li Ewropayê binpê kir.
Romanyayê qebûl nedikir ku mazûvaniya girtîgehên CIAyê kiriye.
Amrit Singhê parêzerê Naşirî li ser biryarê wiha got, "Ji bo teşebusên rûreş ên Romanyayê bû weke sîleyekê."
DMMEyê biryareke emsalê vê di 2014an de ji bo Polonyayê dabû.