TR KU SO
FB X
Cîhan

Rubio bi Wezîrê Derve yê Kuweytê re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 05 hezîran 2026 09:38

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ew bi Wezîrê Derve yê Kuweytê Şêx Cerrah Caber El-Ehmed El-Sabah re civiyaye.

Rubio di posteke xwe ya li ser medyaya civakî de wêneyek ji civînê jî weşand.

Di daxuyaniya xwe ya derbarê civînê de, Rubio piştgiriya Amerîkayê ji bo Kuweytê û hevalbendên wê yên li herêma Kendavê tekez kir.

Rubio di posta xwe de got, "Ez bi Wezîrê Derve yê Kuweytê Şêx Cerrah Caber El-Ehmed El-Sabah re civiyam û pabendbûna Dewletên Yekbûyî ji bo ewlehiya Kuweytê û hemî hevkarên me yên li Kendavê ji nû ve piştrast kir."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku di civînê de mijarên aramiya herêmî û ewlehiya deryayî jî hatine nîqaşkirin.

Ruboo got, "Dewletên Yekbûyî û Kuweyt ji bo aramiya herêmî û derbasbûna vekirî û azad a Tengava Hurmuzê vîzyonek hevpar parve dikin."

Parve bike: