Rûhanî: “Amerîka 200 milyar dolar zerar da aboriya me”
PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî giliyên xwe yên di derbarê dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê kir û got ku dorpêçên Amerîkayê 200 mîlyar dolar zerarê daye aboriya Îranê. Rûhanî bang li dinyayê kir û got ku guh nedin dorpêçan.
Li gor ragihandina serokkomariya Îranê, Rûhanî bo serokên dewlet û hukumetên dinyayê name bivîsandiye da guh nedin dorpêçên Amerîkayê. Rûhanî dibêje ku mijara koronavîrusê girane û ti dewlet bi tena serê xwe nikare pêre serî derê,lewra divê hemû dinya bi hevre, di asta herêmî û dinyayê de hevkariyê bike.
Rûhanî dibêje ku di mijara dorpêçan de, Amerîka 100 gav li dijî Îranê avêtiye û li dora 1200 kesên Îranî an rêxistinên Îranî xistiye lîsteya dorpêçan. Divê kes guh nede dorpêçên Amerîkayê û protokolên tenduristiyê bikevin rê.