TR KU SO
FB X
Cîhan

Ruhanî qedexekirina Telegramê rexne kir

Admin M
Nivîskar
📅 05 gulan 2018 20:33

PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku bo peyaman rêya herî populer Telegrame û biryara qedexekirina Telegramê ne ji aliyê hukumetê de hatiye sitendin û hukumet biryare tesdîq nekiriye.

Rûhanî di ser hesabê xwe yê Instagramê de peyama xwe weşand û rexne li qedexirina Telegramê kir. Rûhanî got ku siyaseta hukumetê ne ew e ku înternetê bixe bin kontrolê lê divê înternetê bi ewletir bike. Heya niha ti meyda civakî ji aliyê hukumetê ve nehatiye qedexekirin û wê nê kirin jî.

Ayetullah Mehmûd Recebî jî got ku qedexeya Telegramê ji aliyê dadgehê ve hatiye kirin û erka serokkomar nîne ku li dijî biryarê derê.

Biryara qedexeyê hefteya borî ji aliyê serdozgeriya Tehranê de hatibû ragihandin

Parve bike: