"Rûsya amade ye ku uranyuma dewlemendkirî ya Îranê bikire"
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku welatê wî hîn jî amade ye ku uranyuma dewlemendkirî ya Îranê bikire û got ku Tehran dikare li ser Rûsyayê hesab bike ku uranyuma xwe veguhezîne "dewletek dost".
Putin doh bi rojnamevanan re axivî û got ku Rûsya amade ye ku ezmûna xwe ya berê ya hilanîna uranyuma dewlemendkirî ya Îranê dubare bike û destnîşan kir, "Di destpêkê de, her kes li ser vê yekê li hev kir, lê paşê Dewletên Yekbûyî helwesta xwe hişk kir."
Putin diyar kir ku Îran di warê nukleerî de baweriya xwe bi Rûsyayê tîne û "ev bawerî bi tevahî mafdar e."
Serokê Rûsyayê di derbarê nakokiya Îran-Amerîkayê de got ku berdewamiya vê nakokiyê ne di berjewendiya tu aliyan de ye û hêviya xwe ji bo bidawîbûna bilez a şer anî ziman.
Putin diyar kir, "Nakokiya di navbera Tehran û Washingtonê de pir tevlihev e û Moskow xistiye rewşek dijwar; ji ber ku têkiliyên me yên baş bi hem Îran û hem jî bi welatên Ereb ên li Kendavê re hene."
Putin herwiha tekez kir ku Rûsya têkiliyên xwe bi her du aliyên nakokiya di navbera Îran û Îsraîlê de didomîne.
Putin li ser têkiliyên bi DYA re got jî ku DYA ji bo gihîştina rêkeftin û çareseriyekê hewldanên "rast" dike, lê ev mijar "bi giranî Rûsya û Ukraynayê eleqedar dike".