TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya bawer nake Bexdadî hatibe kustin û delîlan dixwaze

Admin H
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2019 05:02

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di operasyona kuştina Ebubekir Bexdadî de gelek nakokî hene ku her aliyên tê de cî girtine daxuyaniyên hev nagirin didin.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov, di civîneke rojnamevanî de got ku ti delîlên mayîna Bexdadî li nav erdên kontrola El Nûsra (Heyet Tehrîr Şam-HTŞ) de tune ne û bang li Amerîkayê û aliyên beşdarên operasyonê kir delîlan nîşan bidin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, dema ragihandina kuştina Bexdadî spasiya Tirkiye, Rûsya û Iraqê jî kiribû ku ev jî wekî ku roleke wan di operasyonê de hebe hatibû nirxandin.

Lê belê Konaşenkov diyar dike ku Rûsya ji serkeftina operasyonê bi şik û guman e û dibêje, “Dema vê operasyonê ti agahî di destê me de nîne ku ji bo derbasbûna balafirên Amerîkî bi ser qada asmanî ya herêma Idlibê de alîkarî hatiye kirin.”

Konaşenkov herwiha daye xuyakirin ku ti tevger û êrîşeke asmanî ya balafirên hevpeymaniyê nehatiye tesbîtkirin û diyar dike, /ji nû ve mirina Bexdadî’ li ser terorîstên mayî ti bandorê nake.

Parve bike: