TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya Çekyayê tehdîd kir: “Hun nikarin sîlihên me bifrosin ciyekî din”

Admin M
Nivîskar
📅 16 nîsan 2022 21:14

PeyamaKurd – Rûsya bi notayekî hişyariyê da Çekyayê û got ew çekên Rûsya berê firotiye Çekyayê û malê Rûsya ne, Çekya nikare wan çekan bifroşe dewletekî din an belaş bide. Piştî vê hişyariya Rûsyayê wezîrê karên derve yê Çekyayê Jan Lipavsky bersiva Rûsyayê da û weha got:

“Wezareta me ji Rûsyayê di mijara çekên Rûsya ku firotine me, dibêje em nikarin wan çekan bifroşin an bidin dewletekî din û Rûsya notakî da me. Me bertek nîşan neda ji ber gotinekî beredayiye. Di peymanên ku me çêkiriye de, xala techîzadên leşkerî ya firotina ji nûh de an ku îxracatê tine. Ev nota ji bo Rûsya daxwaz bike da em alîkariya didin Ûkraynayê bibirine, tenê derewan dikin.

Di serê adarê de serkonsulê Rûsyayê ji bo cîgirê wezîrê me ragihand ku wê êrîşên terorî bên kirin bo ser konwoyên sîlihên ku ji Rojava diçin Ûkraynayê. Lê ew fêm kirin ku nikarin ber li alîkariya me ya ji bo Ûkraynayê bigrin.”

Çekya çend roj berê gelek tankên ku malên Rûsya ne yên T-72, û alavên zirxî yên BVP-1 şandibû Ûkraynayê û heya niha bi bihayê 60 mîlyon Ewroyî çek şandiye Ûkraynayê.

Parve bike: