TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya difikire ji Peymana Mafê Mirovan vekise

Admin M
Nivîskar
📅 02 adar 2018 00:59

Ajansa Nûçeyan ya Rûsyayê RIA ragihand ku Moskova difikire ji Peymana Mafê Mirovan ya Awrûpayê vekişe. Di sala 2017an de giliyên herî zêde di derbarê Rûsya de hatine kirin.

Rûsya di heman demê de difkire ku ji Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrûpayê jî vekişe. Ragihandin ji aliyê wezîfedareke dewletê de hatiye kirin ku nexwestiye navê xwe bide. Sedemê xwestina vekişandina ji Peyman û dadgehê weha hat ragihandin: Piraniya biryarên dadgeha Strasburgê di eleyhiya Rûsya de ne.

Di sala 2017an de seredena dozên ji Rûsyaye bo dadgehê hatine kirin 7 hezar û 747 in. Biryarên zêde ku hatine dayîn jî di eleyhiya Rûsya de ne. Dadgeh di sala 2017an de encama 305 dosyayên Rûsyayê daye.

Parve bike: