TR KU SO
FB X
Kurdistan

Desteya Mafên Mirovan êrîşa ser Ofîsa Barzanî şermezar kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 tebax 2026 12:48

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê, êrîşa dronî ya îro danê sibehê li ser Ofîsa Pîrmamê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir, ku ji sînorên Îranê ve ew êrîşa hatibû kirin.

Di daxuyaniya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan de hate gotin ku saet 00:28ê serê sibeha îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, êrîşeke dronî ya têkderane ji aliyê sînorên Îranê ve li ser nivîsgeha taybet a Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê hatiye kirin.

Desteyê tekez kir ku armancgirtina car bi car a deverên avadanî û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê bi vî rengî binpêkirineke eşkere û xeter e ji bo serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê. Her wiha da zanîn ku biryardan û kirina van kiryaran binpêkirina hemî pîver û peymannameyên navdewletî û bingehên mafên mirovan û jiyana welatiyan e, ku gefeke cidî li ser aramî û tenahiya deverê çêdike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî ku bi xêr û xweşî ti zirarên canî di encama wê êrîşê de çênebûne jî, lê parastina ewlehî û jiyana welatiyan mafekî bingehîn e û nabe bi ti hincetan axa Herêma Kurdistanê bibe meydana êrîş, hevrikî û peyamên leşkerî.

Di dawiyê de, Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê û civaka navdewletî kir ku helwesteke zelal û cidî ji bo rawestandina van destdirêjî û binpêkirinên berdewam nîşan bidin û bizavên cidî bikin ji bo parastina serweriya axê û dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê.

Dijeterora Kurdistanê îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, eşkere kir: "Saet 12:28 ê serê sibeha îro, du dronên bombekirî yên Hedîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve bo ser bingeha nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatine avêtin."

Parve bike: