TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Em bi hemkarên xwe yên Tirk û Amerîkî re hin gavan davêjin

Admin H
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2019 00:04

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriya Rûsyayê Sergey Şoygu, li ser rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê bi êrîşên Tirkiyê re rû daye got ku ew niha bi hemkarên xwe yên Tirk û Amerîkî re hinek gavan davêjin ku dê ji ewlekarî û îstiqrarê re bibe alîkar.

Şoygu got, “Niha em bi hemkarên xwe yên Tirk û Amerîkî re hinek gavan davêjin. Bi saya vê dê ewlekarî û îstiqrara herêmê kêm nebe, berevajî wê zêde bibe.”

Şoygu herwiha diyar kir ku divê di zûtirin demê de rewşa girtiyên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê were zelalkirin.

Tirkiyê 9ê Cotmeha 2019an bi destûrdana Serokê Amerîka Donald Trump û dij derneketina Rûsyayê dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kiribû û 17ê Cotmehê jî di navbera Tirkiye-Amerîka de rêkeftinek hatibû kirin û 120 saet mohlet bo vekişîna hêzên Kurd ji deverên navbera Girê Spî û Serêkaniyê hatibû dayîn.

Parve bike: