Rûsya li kestiya ser a Ukraynayê xist!
PeyamaKurd – Li Deryaya Reş rageşiya ji sibehê di navbera Rûsya û Ukraynayê de guleya ewil hat avêtin.
Ji aliyê Hêzên Deryayî yê Ukraynayê ve hat ragihandin ku Rûsan keştiyeke wan hedef girtiye û di ancamê de muretebatekî wan brîndar bûye.
Li Tengava Kerç a Kirimê di encama rageşiya ji vê sibehê de guleya ewil hat avêtin. Ukraynayê ragihand ku topa ji aliyê Rûsyayê ve hatiye avêtin li keştiyeke wan ketiye û muretebatekî wan brîndar bûye.
Ji dema tevîkirina Kirimê ser bi Rûsyayê rageşiya di navbera Moskova û Kievê de derkete asta herî bilind.Vê sibehê li Tengava Kerçê Keştiyên Ukraynayê ji aliyê komkeştiya Rûsî ve bi zor hate sekinandin.Hat tomarkirin ku Keştiyeke Rûsî li destroyereka Ukraynayê xistiye.
Rûsya, dema nîvro pira ku nîvgirava Kirimê bi parzemînê ve girê dide ji çûnûhatinê re girt. Ber êvarî jî li ser Tengava Kerçê balafirên şer firandin.