Rûsya: Me di 12 saetan de 146 dronên Ukraynayê xistin xwarê
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bi çekên dûr-menzîl ên rastbûna bilind êrîşî tesîsên leşkerî yên li Kîevê û Bendera Yuzhny li Odesayê kirine û herwiha di 12 saetên dawî de 146 wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) yên Ukraynayê li seranserê welêt hilweşandine.
Daxuyaniya fermî ya ku ji hêla wezaretê ve hatî weşandin ragihand ku şeva borî rêze êrîş li dijî tesîsên pîşesaziya leşkerî li Kîevê û binesaziya Bendera Yuzhny li herêma Odesayê hatine kirin.
Daxuyaniyê zelal kir ku çekên dûr-menzîl ên rastbûna bilind ên ku ji bejahî û hewayî hatine avêtin û herwiha UAV, di van êrîşan de hatine bikaranîn û armanca sereke ya êrîşên li ser Bendera Yuzhny xalên ku wekî deverên sotemenî û lojîstîkî yên ji bo artêşa Ukraynayê têne bikaranîn bûn.
Bendera Yuzhny ku bi qasî 30 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Odesayê ye, yek ji mezintirîn benderên Ukraynayê li ser Deryaya Reş e. Ev bender ku wekî navendeke stratejîk ji bo wergirtina alîkariya leşkerî ji Rojava û hinardekirina genim tê hesibandin, ji ber vê yekê di demên dawî de ji bo Rûsyayê bûye hedefeke pêşîn.
Di heman demê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di tenê 12 saetan de (di navbera 08:00 û 20:00 bi dema Moskowê) pergalên parastina hewayî yên welêt karîn 146 dronên Ukraynayê bixin xwarê.
Li gorî daxuyaniyê, ev dron li ezmanên li ser herêmên cûrbecûr ên wekî Bryansk, Belgorod, Voronezh, Kursk, Kaluga, Oryol, Rostov, Ryazan, Tula û Moskowê, û herwiha Nîvgirava Qirimê, Deryaya Reş û Deryaya Azovê hatine bêbandorkirin.