TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya pistî roja peymanê li Odessayê xist

Admin M
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2022 23:02

PeyamaKurd – Rûsya li Îstenbolê ‘Peymana Korîdorê’ îmze kir lê roja dinê bi 2 fuzeyan li bajarê Odessayê li binkeya limana îxracatê xist. Odessa lîmana Ûkrayna ye ku jê îxracata hûbûbatê bêkirin. Berdevkê leşkerî yê Odessayê Serhii Bratchuk got ku 2 fuze li binkeya lîmanê ketine û sîstema hewayî ya Odessayê ber li fuzeyan girtiye.

Parlementerê Ûkraynayê Oleksiy Goncharenko jî ragihand ku herî kêm dengê 6 teqînan hatiye û bang hatiye kirin ku xelk li Odessayê di sitargehan de bimîne.

Balyoza Amerîka yê Ûkraynayê Bridget A. Brink êrîşa fuzeyî ya Rûsyayê bi xerabî binav kir û got Rûsya dewam dike ku xidayê bi çekdarî dike.

Nînerê bilind yê karên derve yê YA yê Joesep Borrell jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku bûyerê şermezar dike û kiryara Rûsyayê nîşan dide ku çendîn bi qanûnê û soza xwe ve girêdayiye.

Parve bike: