Rûsya sîstema nû ya S-500 Prometheusê ceriband
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê reagihand ku Rûsya ji sala 2017 an de bi xebatkarên xwe yên teknîkî ve li ser projeya sîstema parastinê ya S-500 Prometheus dixebite, ceribandina avêtina fuzeyan kirine û biserkeftin encamê daye.
Sîstema S-500 ji ya S-400 an ji layê teknolojîk de bêhtir pêşkeftiye û ceribandina wê li Rûsyayê li Astrahan Oblastı yê li bajarê Znamenskê li binkeya fezayî ya bi navê Yar ê hatiye kirin. Wezaret ragihandiye ku di dema ceribandinê de bi S-500 ê li fuzeyekî balîstîk xistiye û weha dewam dike:
“Ceribandina sîstema S-500 Prometheusê ku ya teknolojiya herî dawiye û bo li hedefa xwe ya balîstîk ya bilez bixe, li seha binkeya Kapustin Yar ê hat ceribandin. Li gor doneyên qeydkirî hedef nîşan hat girtin. Avêtina fuzeyan weka perçeyekî ceribandinê piştrast kir ku sîstema fuzeyan ku taybetmeniyên wê yên ferformansa taktîk û teknîkî bi ewleye û ciyê baweriyê ye.
Piştî temamên ceribandinên sîstemê biqedin, dê S-500 bo beşên pêwendîdar bên teslîmkirin. Piştî test biqedin dê sîstema S-500 bo parastina Moskovayê dê bo beşê bê teslîmkirin.”