Rusyayê, bi ser Ukraynayê de bombeyên termit barandin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Rusyayê, li bajarê Vuhledar ê herêma Donetskê bombeyên termit barandin.
Şerê navbera Rusya û Ukraynayê yekemîn salvegera xwe li pey xwe hişt û li Bahmut û derdora wê pevçûnên dijwar berdewam dikin.
Hat diyarkirin ku di êrîşa ku yek ji êrîşên herî kujêr ên şer tê dîtin de Rusyayê ji asîmên mirin barandin.
Li gorî hat eşkerekirin, piraniya şer û pevçûnên li rojhilatê Ukraynayê li Bahmutê diqewimin, cihê yekem e ku leşkerên Putin piştî şerekî dire,j 12 mehan lê bi cih bûn.
Hat ragihandin, bombeyên termit ên ku di êrîşê de hatine bikaranîn, ji aliye roketavêjên Rusî yên bejahî yên wekî Grad "Hailstorm" an Smerch "Whirlwind" tên havêtin.
Bombeya termit ku têkelek ji toza metal û oksîdê metal e, ewqas kelandî ye ku hesin û pola dihelîne û dema ku bi laşê mirovan bibe jî dikare hestiyan jî bihelîne.