TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusyayê, car din bi balafirên Îranê li Kievê xist!

Ruken güler
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2022 17:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hatin ragihandin, Rusyayê bi balafirên bêmirov ên yên Îranê, li Kievê xistiye û vê carê santrala elektrîkê bûye hedefa êrîşan.

Ji aliyê Serokomariya Ukraynayê ve hat ragihandin ku li paytext Kievê, li dijî bakurê bajêr, li dijî santrala elektrîkê 3 êrîş çêbûne. Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku êrîş, bi balafirên Îranê yên (Shaded-136) çêbûne.

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî bi rêya peyamekê got ku

“Rus, tiştê ku herî baş dikarin bikin, niha wê dikin. Ev çalakiyên ku vê dewleta terorê dike, dê tu tiştekî neguherîne. Ew ê hesabê van kirinan, ji wan were pirsîn.”

Îstîxbarata Amerîkayê beriya niha ragihandibû ku Moskow ji Tehranê balafirên kamikaze dabîn kirine lê belê herdu aliyan jî ev agahî red kiribû. Piştî êrîşên ku çend roj in li Kievê tên kirin, bi rêya dîmenan hat eşkerekirin ku êrîş bi balafirên Îranê tên kirin.

Parve bike: