TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusyayê, gef li welatên G7ê xwar!

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 nîsan 2023 04:00

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitri Medvedev diyar kir ku heger welatên G7ê, ji bo rêgirtina li hinardekirina Rusyayê bikevin tevgerê, Moskow dê bersivê bide peymana hinartina genimê ji Ukraynayê.

Li gorî daxuyaniya Wezîrên Çandiniyê yên G7ê, welatên G7ê banga berfirehkirina bi temamî û bicihanîn û berfirehkirina' peymana hinardekirina dexilên Ukraynayê ya di ser Behra Reş re kirin.

Peymana ku tîrmeha borî li Stenbolê bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê hat destnîşankirin, rê dide Ukraynayê ku ji gelek benderên xwe yên Deryaya Reş zêdetirî 27 milyon ton genim derxe derve.

Di destpêka vê hefteyê de çavkaniyên hikûmeta Japonî gotibûn ku welatên G7ê, li ser qedexekirina hema hema temamî hinardekirina Rusyayê difikirin.

Parve bike: