TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê gefa êrîşên nîv-leşkerî li Brîtanyayê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 26 tebax 2026 21:03

PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê yê berê û Şêwirmendê Kremlinê Andrei Fedorov ragihand ku dibe ku Moskowa ji gefên bi devkî derbas bibe û li dijî Brîtanyayê gavên "nîv-leşkerî" bavêje.

Fedorov bal kişand ser îhtimala êrîşên sîberî û êrîşên li ser kargehên Brîtanî yên ku ji bo Ukraynayê balafirên bêmirov (dron) hildiberînin û diyar kir ku ev çalakî dikarin ji aliyê "çavkaniyên nenas" ve werin encamdan.

Ev gefxwarina Rûsyayê piştî serdana Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham a bo Kîevê hat.

Di vê serdanê de Londonê qebûl kir ku agahiyên veşartî yên li ser parçeyên Brîtanî yên moşekên SCALP/Storm Shadow ji bo piştgirîkirina hilberîna li Ukraynayê bikar bîne.

Kremlinê Brîtanya bi rasterast tevlîbûna şer tawanbar kir û diyar kir ku ev piştgiriya leşkerî ya zêde dê bibe sedema "encamên giran".

Parve bike: