Rutte: Amerîka di şerê Îranê de ji baregehên Îtalyayê 500 balafiran rakir
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku di wexta şerê bi Îranê re DYA 500 balafirên şer ji baregehên Îtalyayê rakir ser Îranê. Li ser gotina Rutte, wezareta bergiriya Îtalyayê bertekê nîşan da û got ku tenê desteka lojîstîk û teknîkî di çarçova peymanan de dane DYAyê. Îtalyai Rutte bi dana agahiyên şaş tewanbar kir.
Rutte, ragihand ku NATO stratejiya Trump ya Îranê destek kiriye û hevkarên NATOyê di şerê Îranê de ji DYA re baregehên xwe vekiriye û destekê dayê.
Sekreterê giştî tê NATOyê Mark Rutte, hevpeyvîna xwe di kanala Fox Newsê de kir, got ku tevgerên Trump yên li Îranê ji bo ewlehiya NATOyê pêdiviye û dewam kir:
“Li gor min serok çi lazim be wê dike û şiyanên nuklerî yên Îranê kêm dike. Hun dikarin xeyal bikin ku Îran xwediyê çekên nuklerî be dê çi bibe? Ji bo temamê dinyayê wê herifînerbûya. Her welat baregehên xwe vekir. Erê rûdan kit e kit in lê ji Îtalyayê 500 balafir bi hewa ketin. Ev rêjeyekî mezine. Eger em li temamê Ewrûpayê binêrin reqema balafiran di navbera 4500-5000an de ne. Romanya balafirgehên xwe weka ciyên îmala balafiran bikaranî û bazirganiya li balafirgehan kêm kir.”