Cîhan
Saker: “Kurd wê axê ji Esed re bihêlin!”
PeyamaKurd- Serokê Muxalifên nerm yê Sûriyê yê koma bi navê “Pêşeroja Sûriyê” Muhammed Haled el- Şaker got ku Kurd wê mecbûr bimînin ku axa di destê xwe de ji Esed re bihêlin.”
Muhammed Haled el- Şaker wiha berdewam kir: “Êdî di destên Kurdan de tu îmkan nemane ku armancên xwe bibine sêrî. Ji bo ku hinek armancên xwe pêk bînin an jî rêvebiriyeke federal biparêzin, tenê rêyek heye. Ew jî bi Esed re levhatin e. Êdî Amerîka weke berê, piştgiriya xwe nade Kurdan. Niha giraniya Amerîkayê li ser Sûriyê nemaye. Ji îro pêde Kurd bi tenê nikarin vê herêmê bi rê ve bibin. Ji ber ku li herêmê eşîrên Ereban pir in. Jixwe ji ber vê yekê ew jî bi Şamê re ketine nava têkiliyê.”