Sakık ji Kılıçdaroğlu pirsî: Tu dê bi kîjan rûyî herî seredana Demirtaş?
PeyamaKurd – Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu daxwuyaniyekî da û got ku wê seredana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Dermirtaş di zîndanê de bike. Di pey daxwuyaniya Kılıçdaroğlu de, parlementerê DEM Partiyê Sırrı Sakık daxwuyaniyekî dijwar da.
Sakık, ji Kılıçdaroğlu re got ku di rakirina parêzbendiya Demirtaş de roleka mezin leyîstiye û got ku wê Kılıçdaroğlu bi kîjar rûyî here seredana Selahattin Demirtaş?
Berê jî di çapemeniyê de hat ragihandin ku Selahattin Demirtaş ziyareta Kılıçdaroğlu qebûl nekiriye. Hem Kılıçdaroğlu di bernama televizyonê da raste rast got ku ew ne poşmane ku deng daye rakirina parêzbendiya Demirtaş. Li ser mijarê Sırrı Sakık weha dewam kir:
“Di ser de deh sal derbas bûye. Destekê daye pêvajoya ku Selahahttin Demirtaş di zîndanê de bimîne û paşî dibêje ku wê here seredana wî bike.”