Sam: Em bi Tirkiyeya ku axa me dagir kiriye re danûstandinê nakin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Faysal Mîkdad diyar kir ku ji bo destpêkirina danûstandinan, divê Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.
Her çend di demên dawî de, di navbera Enqere û Şamê de danûstandinên lihevkirinê berdewam dikin jî, ti pêşketineke cidî çênebûye.
Weke tê zanîn herî dawî li paytexta Rûsya Moskowê di navbera Wezîrê Derve yê Tirkiye û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê de hevdîtin pêk hatin, lê belê pêvajoya ji nû ve pêkanîna diyalogê bi pêş ve neçû.
“Em bi dagirkeran re danûstandinê nakin”
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Faysal Mîkdad di daxuyaniya xwe de şertê bingehîn ê diyaloga navbera Sûriye û Tirkiyeyê wek amadebûna Tirkiyeyê ya vekişîna hêzên xwe ya ji axa Sûriyeyê destnîşan kir û got:
“Em bi kesên ku axa me dagir kirine re danûstandinê nakin. Nayê qebûlkirin ku Tirkiyeya ku axa Sûriyê dagîr kiriye û li cihên dagir kiriye piştgiriya rêxistinên terorîst bike û dûre jî were daxwaza diyalogê bike.”
Erdogan: Em amade ne
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya Tîrmeha sala borî ya di derbarê vê mijarê de hanîbû ziman ku ew amade ne bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed re, di derbarê Sûriyeyê de diyalogê bidin destpêkirin.
Erdogan gotibû: “Niha Esed li Sûriyeyê mixabin dixwaze Tirkiye ji Bakurê Sûriyeyê derkeve. Tiştekî wisa nabe. Em li wir şerê terorê dikin.”