TR KU SO
FB X
Cîhan

Sam: Tevgera leskerî ya Îsraîlê delîla hevkariya wê ya bi Amerîka û Tirkiyê re ye

Admin H
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2021 00:05

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Sûriyê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî (HY) re şand ku tê bal kişand ser zêdebûna tevgera leşkerî ya Îsraîlê li nav axa Sûriyê.

Di nameyê tê gotin ku di navbera Îsraîl, Tirkiye û Amerîkayê de kordînasyon heye û bang li Îsraîl û Tirkiyê hat kirin li gorî peymanan tevbigerin.

Di nameya hikûmeta Şamê de êrîşên Îsraîlê yên bi ser axa Sûriyê de armancên îranê hedef digirin hatine bibîrxistin û hatiye destnîşankirin ku ‘Zêdebûna tevgera leşkerî ya Îsraîlê, delîla kordînasyona Amerîka, Îsraîl û Tirkiyê ye.”

Rejîma Esed di nameyê de bang li NY kiriye zextê li wan welatan bike daku pabendî peymanên navnetewî bibin û gotiye, êrîşên sîstematîk ên seqamgeriya herêmê dixin metirsiyê nayên qebûlkirin.

Parve bike: