TR KU SO
FB X
Cîhan

SANA: NHByeke Tirkiye hat xistin

📅 26 sibat 2020 15:08

PeyamaKurd - Ajansa fermî ya Sûriye SANA ragihand, ku li gundê Tilnar li devera Idlibê Navgîneke Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Tirkiye hatiye xistin.

Herçiqas di navbera Enqere û Moskowayê de guftûgo li ser rewşa Îdlibê û kêmkirina ragêşiyan tên kirin jî li ser erdê pevçûn, şer û ragêşî di navbera Hêzên Sûriye bi alîkariya Rûsya û Artêşa Tirkiye û komên çakdar ên bi ser ve her berdewam e.

— Aylina Kılıç (@AylinaKilic) February 25, 2020

Duhî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê û ajansên nêzîkî rejîma Şamê ragihandibûn, ku di êrîşekê de bi ser xaleke Tirkiye 13 kuştî û brîndarên Tirk çêbûne. Medya Tirkiye qet ev yek nekir mijar û nûçe.

Îro jî SANAyê ragihand, NHByeke Tirkiye hatiye xistin lê di medya Tirkiye de li ser vê yekê tu agahdarî nehatin belavkirin.

SANA herwiha wêneyên NHBya kut ê gotin hatiye xistin belav kirin.

Parve bike: