Cîhan
Şara daxwaza Siûdî ya şandina çekdaran bo Yemenê red kir
PeyamaKurd - Rayedarên Şamê daxwaza Riyadê ya şandina endamên berê yên rêxistina El Qaîdeyê bo herêmên din qebûl nekirin.
Li gorî nûçeya Turkiye Todayê, Sûriyeyê daxwaza Erebistana Siûdî ya ji bo şandina çekdarên wê yên berê yên El-Qaideyê bo Yemenê red kir.
Şamê bersiva Riyadê da û diyar kir ku ew di vê qonaxê de bi xebatên ji nû ve sazkirin û birêxistinkirina artêşa xwe ve mijûl in û naxwazin tevlî aloziyên di navbera aliyên sêyemîn de bibin.