TR KU SO
FB X
Cîhan

Saziyên pizîskî û mafên mirovan ji rakirina bilez a enqazan re bertek nîsan dan: Rêzê li miriyan bigirin!

Admin H
Nivîskar
📅 17 sibat 2023 00:39

PeyamaKurd – Zêdetirî 40 sazî û dezgehên sivîl ên pîşeyî û mafên mirovan, li ser biryara rakirina bilez a enqazên erdhejê daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Di daxuyaniya ku Odeya Pizîşkên Tirkiyeyê û Komeleya Mafên Mirovan jî tê de cî digire de, bang li rayedaran hatiye kirin ku di rakirina enqazên erdhejê de nelezînin û rêzê li miriyên bin enqazan bigirin.

Hatiye diyarkirin ku cenaze bi betaniyan têne pêçan û bi komî têne definkirin û heger rakirina enqazên erdhejê bilez bê kirin jî wê cenaze bên parçekirin ku ev jî tawaneke dijî mirovahiyê ye.

Herwiha wan saziyan bal kişandiye ser dîmên termên kesên di erdhejê de can dane û daxwaz kiriye, di rakirina enqazên avahiyên hilweşiyayî de bi baldarî tevbigerin.

Parve bike: