Cîhan
Sedr û Amirî bo Ebadî: Destê xwe ji kar bikisîne
PeyamaKurd - Du fraksiyonên sereke yên Parlamentoya Iraqê di civîna ne asayî ya Parlamentoya Iraqê de derbarê rewşa Besrayê daxwaz ji Ebadî kirin destê xwe ji kar bikişîne.
Berdevkê lîsta Saîrûn bi Serokatiya Mûqteda Sedr Hesen Aqolî ragihand ku, em daxwazê ji Serokwezîrê dema xwe borî yê Iraqê Heyder Ebadî dikin ku, ew û hikûmeta xwe destê xwe ji kar bikşînin û daxwaza lêborînê ji Iraqê bikin.
Ji aliyê xwe ve parlamenter û berdevkê lîsta Fetih bi serokatiya Hadî Amirî Ehmed Esedî ragihand ku, neguhdanî û şikestina hikûmetê di kirîza Besrayê de aşkere ye ev yeke jî nerîna hemû parlamenteran e.
Wî parlamenterî weke lîsta Saîrûn daxwaz ji Heyder Ebadî kir dev ji kar berde.