28 dîlên YPJê yên di destê Şamê de hatin berdan
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 28 şervanên jin ên girêdayî YPJê ku di dema şer û pevçûnên meha Çileyê de ji aliyê hêzên Sûriyê ve hatibûn dîlgirtin, hatin berdan.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ragihand ku îro 1ê Hezîranê 28 dîlên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hatine berdan.
Ehmed diyar kir ku ew şervanên jin li bajarokê Şedadê hatine radestkirin û got, "Ev gav di çarçoveya hewlên ji bo xurtkirina aramî û aştiya civakî ya li herêmê de hatiye avêtin."
Herwiha Nûredîn Ehmed bang li welatiyan kir ku şahiya xwe bi berpirsyarî bikin û bi ti awayî guleyan bernedin. Ehmed xwest ku welatî pêbendî qanûn û rêbazan bin da ku ewlehî û aramiya herêmê parastî bimîne.
Parêzgarê Hesekê eşkere kir ku hewl û hevahengî didomin da ku di demeke nêz de komeke din a şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî werin berdan.