400 dîlên HSDê yên di destê Şamê de têne berdan
PeyamaKurd - Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî bi peyamekê li ser Xê ragihand ku di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 29ê Çileyê de wê sibe 400 dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne bên berdan û komek girtiyên li gel wan jî bên berdan.
Mehmûd Xelîl Elî di peyama xwe de got: "Ji bo pabendîbûna me di warê xizmeta gelê me, di heman demê de ji bo xurtkirina zemîna ewlehiya civakî bê piştrastkirin û xalên peymana 29ê Çileyê bên pêkanîn, bi gaveke ku wateya pratikbûna xalên vê peymanê nîşan dide, Sibe (şemî) ku dikeve dîroka xwe 11ê Nîsana 2026an wê pevguhertina esîran were pêkanîn, wê 400 girtî bên berdan."
Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku di heman demê de wê hejmarek girtiyên ku di destê wan de ne jî bên berdan. Pevguhertina dîlgirtiyan wê li Çarxerêya Sebax, saet di 14:00an were pêkanîn .
Mehmûd Xelîl Elî diyar kir ku "Ev gav careke din pabendîbûna me ya resteqîn di oxira pêkanîn û dilsozoya me ji bo pratîkirina xalên peymana 29ê Çileyê de dide nîşandan."