Kurdistan
Îşev 300 dîlên HSDê têne berdan
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku pevguhertina dîlan a ku biryar bû îro 19ê Adarê li Hesekê bê kirin, ji bo saetên êvarê hat bipaşxistin.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Rojavayê Kurdistanê Siyamend Efrîn ragihand ku dê îro 300 dîl bên berdan û girtiyên di destê HSDê de jî bên berdan.
Berî niha hatibû ragihandin ku wê pevguhertina dîlan di demjimêr 13:00an de bê kirin.
Wekî sedema bipaşxistinê jî pirsgirêkeke teknîkî hatiye nîşandan ku biryar e îşev proseya berdana girtiyên herdu aliyan bê meşandin.