Senatorê Amerîkî: Îhtîmal heye ku êrîşekî nû here ser Îranê
PeyamaKurd – Erka serokê DYAyê ya Trump di 1ê Gulanê de, wexta xwe ya ku bê biryara kongreya Amerîkayê karibe êrîş bike ser Îranê tije kir. Ji ber ku di ser de 60 roj derbas bû.
Lê rêvebiriya Trump dibêje ku agirbesê, bê wexta xwe tije bike şer daye rawestandin û ji bo operasyonên nû biryara kongreyê pêwist nîne. Partiya Demokrat ya DYAyê li hemberê vê şiroveyê dertê lê dibe her wext êrîşekî ji nîşka de bibin ser Îranê.
Li ser krîza bi Îranê re, daxwuyaniyekî jî ji senatorê Partiya Demokrat ji Richard Blumenthal hat. Blumenthal, ji bo CNNê got ku di brîfîngên îstîxbaratê yên xef de, îhtîmala operasyona ser Îrane heye û jê re gotine. Blumenthal li ser mijarê got:
“Li gor agahiyên ku min sitendiye; dikarim bêjim îhtîmala êrîşa leşkerî pir zêde ye. Ev rewş bi endîşeye ji ber jiyana leşkerên Amerîkî dikeve talûkê û wê kuştin zêde be. Ji ber min agahiyan di brîfîngên xef de sitendiye, ez nikarim behsa wê zêde bikim. Lê plana leşkerî tekez li ser masê ye.”