Cîhan
Senatorê Amerîkî li dijî biryara firotina F-16yan nerazîbûna xwe nîsan da!
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê biryara xwe ya derbarê firotina balafirên F-16 bo Tirkiyê ji bo lêkolîna destpêkê ji komîteyên pêwendîdar ên Meclisa Nûneran û Senatoyê re şand.
Lê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Bob Menendez nerazîbûna xwe ya tund li hemberî firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyeyê nîşan da.
Bob Menendez di daxuyaniya xwe de got, "Weke min berê jî gotibû, ez teqez li dijî firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyeyê me."
Menendez da zanîn, “Ji ber ku hikûmeta Erdogan guh nade demokrasî û nirxên mafên mirovan ez li dijî firotinê ne. Heta Erdogan dest ji gefên xwe bernede ez vê firotinê napejirînim. Divê Tirkiye wek hevalbendeke pêbawer tevbigere."