Senatorên Amerîkayê dixwazin ‘civîneka bi dizî’ çêbikin
PeyamaKurd- Senatorê Komarî Lindsey Graham û senatorê demokrat Chris Coons, bo kongreya Amerîkayê nameyekî şandin û xwestin ku civîneka bi dizî di derbarê biryara Trump ya ku bo vekişandina ji bakûrê Sûriyê daye, de çêbibe.
Senator di nameyê de bo biryara Trump nerazîbûna xwe diyar kirin û gotin ku dê encamên vê biryarê gelek nexweş bin û weha dewam kirin:
“Wê vê birayarê Tirkiye, Îran û Rûsyayê li herêmê xurt bike û bandora Amerîkayê ya li herêmê kêm bike.”
Di namê de gotin ku şêwirmendên leşkerî û dîplomatîk li dijî vê biryarê dertên û weha dewam kirin:
“Bo encamên vê biryarê baş bê fêmkirin, wezareta karên derve, wezareta bergiriyê, maqamên îstîxbaratan bila di demeka kurt de bi tevlîbûna endamên kongreyê civîneka bi dizî bêlidarxistin û ev civîn pêwiste.”